Haydar Karaalp
02 Îlon 2023•Rojanekirin: 03 Îlon 2023
Li Kerkûka bajarê Iraqê baregeha Fermandariya Operasyonên Hevpar dan Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), piştî vê yekê du koman li kolanan dest bi xwepêşandanên protestoyê kirin û li ser vê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Polêsê Kerkûkê ji ber protestoyên li bajêr diqewimin bangî niştecihên bajêr kir ku vegerin malên xwe û ragihand ku qedexeya derketina derva hatiye îlankirin.
Ji hêla din va Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sûdanî telîmat da ku li Kerkûka lê qedexeya derketina derva hat îlankirin hêzên ewlehiyê dijî kesên bûyeran derdixînin operasyon bidin destpêkirin.
Bi telîmata Mihemed Şiya es-Sûdaniyê Serowezîrê Iraqê biryar hatibû dayin ku Fermandariya Operasyonên Hevpar a li Kerkûkê bê valakirin û dewrî PDKyê bikin. Koma ku ji Ereb û Tirkmenan pêk tê ji 25ê tebaxê vir va ji ber ku avahî dan PDKyê xwepêşandanên protestoyê dikin.
Komeke Kurdên li Kerkûkê jî daket kolanan û bûyer mezin bûn û hêzên artêşê midaxeleyê bûyeran kir.