Ahmet Dursun
15 Tebax 2026•Rojanekirin: 15 Tebax 2026
Sererkaniya Îranê ragihand ku ji 4 pîlotên Îranî yên 2 balafirên şer yên ku di dema şerê dijî Amerîka û Îsraîlê da ketibûn xwarê 3 pîlot ji aliyê Qeterê va dîl hatine girtin.
Tuxgeneral Mihemed Baqirzadeyê Fermandarê Komîteya Lêgerîna Kesên Winda ya Sererkaniyê ya Hêzên Çekdar yên Îranê der barê mijarê da daxuyanî da.
Hat ragihandin ku piştî ketina balafirên wan yên şer 3 pîlotên Îranî Cewad Salihî, Ebdulmecîd Deştiyan û Îmran Behruşiyan ev şeş meh in li Qeterê dîl hatine girtin.
Îranê ragihandibû ku di êrîşên dijî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê da balafirên şer hatine armanckirin û diyar kiribû ku piştî vegerandina termê pîlot Mecîd Kazimî bo Îranê, ew hatiye veşartin.
Rayedarên Îranî ragihandibûn ku rewşa 3 pîlotan ne diyar e û agahiyên di destê wan da kêm in.