HELEB
DÎŞIya rêxistina terorê li Kobanêyê êrîşî deriyê sînor ê di destê komên kurdan de kir.
Pevçûnên di navbera her du aliyan de ev 3 roj in ku li aliyê rojhilat û rojavayê Kobanêyê gûr bûn. Rêxistina terorê hewl dide ku deriyê sînor ê li navenda navçeyê bi dest bixe û topên hewanê avêt herêma ku deriyê sînor lê ye.
Anadolu Agencyê li hawirdora deriyê sînor dîmenên avahiyên ku bûn kavil û wesayîtên xisardîtî kişand. Pevçûn ev dora 2 mehan e berdewam dikin û derket holê ku sûka ku komên kurdan wek baregeh bi kar tînin, nexweşxane û avahiyên kamûyê wisa zirar dîtine ku êdî nayên bikaranîn.
Di vê navberê de kesên ji komên kurdan ên ku di pevçûnan de birîndar dibin li nexweşxaneya sehrayê ya li nêzî deriyê sînor tên dermankirin.