Türkan Tosun
12 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2020
Li Komara Afrîkaya Başûr di 24 saetan da di 13 hezar û 497 kesan da vîrusa koroyanê ya nû (Kovîd-19) hat tespîtkirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li welêt hejmara kesên vîrûsê ketine derket 264 hezar û 184an.
Li welêt heta niha 2 milyon û 108 hezar û 570 test hat kirin.
Di 24 saetan da 111 kes ji ber vîrusê mirin, hejmara miriyan gihîşt 3 hezar û 971î.
Li welêt 127 hezar û 715 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.
Herî zêde li herêma Gautengê mirov bi vîrûsê dikevin, herî zêde li herêma Northern Capeyê mirov ji ber vîrusê dimirin.
Li parzemîna Afrîkayê Komara Afrîkaya Başûr wek welatê herî zêde mirov Kovîd-19ê ketine di rêze ewil da cih digire.