26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
PRETORYA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Mixabin yek ji welatên FETO lê çalak e Afrîkaya Başûr e. Ez ê bi wan ra biaxivim. Berê me belge dabûn. Ez ê li gor geşedanên dawîn dîsa belgeyan bidim wan. Lewra di 15ê Tîrmehê da ev rêxistina terorê bû belaya serê me. Dibe ku sibê bibe belaya serê Afrîkaya Başûr. Ez ê bînim bîra wan."
Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya li Komara Afrîkaya Başûr da beşdarî merasima vekirina avahiya Kançilaryayê ya Balyozxaneya Pretoryayê ya Tirkiyeyê bû û li wir axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir dema hatin ser kar li parzemîna Afrîkayê 12 balyozxaneyên Tirkiyeyê hebûn û got niha jî hejmara balyozxaneyên me 41 e, ji bona nîşan bide em hatina kîjan astê ev zehf girîng e.
Erdogan diyar kir îro di meseleyên kurewî da guh li gotin û helwesta Tirkiyeyê ne û got bêguman ev jî bi saya hewldanên berfirah yên di 16 salan da hatine dayîn derketiye holê.
Serokomar Erdogan destnîşan kir îro li dinyayê di warê alîkariya ji bona dewletên pêşneketine da bi 8,2 milyar dolarî va Tirkiye di rêza yekê da ye.
Erdogan diyar kir li gorî qinaeta me di navbera rêxistinên terorê da ferq tuneye û wiha got: "Nav, gotin û rengê wan çi dibe bila bibe hemû rêxistinên terorê neyarên hevpar yên mirovahiyê ne. DEAŞ çi be FETO heman tişt e. PKK çi be Boko Heram û El Şebab eynî ye."
Serokomar Erdogan destnîşan kir mixabin yek ji welatên FETO lê çalak e Afrîkaya Başûr e û wiha axivî: "Ez ê bi wan ra biaxivim. Berê me belge dabûn. Ez ê li gor geşedanên dawîn dîsa belgeyan bidim wan. Lewra di 15ê Tîrmehê da ev rêxistina terorê bû belaya serê me. Dibe ku sibê bibe belaya serê Afrîkaya Başûr. Ez ê bînim bîra wan."
Erdogan diyar kir wê destûrê nedin FETO vê axê qirêj bike û bi cî bibe û got em ê destûrê nedin ku dilsoziya dostên me yê Afrîkaya Başûr biemilîne.
Erdogan diyar kir ev rêxistin li ku derê hebe jehra xwe berdide nav pergalê û rêxistineke qirêj û bêbext e û wiha got: "Em ê destûrê nedin ku ev rêxistina bêbext wekî heyama 17-25ê Kanûnê bi endamên xwe yên veşartî pergala hiqûqê ya Afrîkaya Başûr sûîstimal bike. Geşedanên dawîn nîşan didin şerê dijî FETOyê ne tenê li Tirkiyeyê li dewletên din jî zehf girîng e."