Önder Beyter
01 Hezîran 2020•Rojanekirin: 01 Hezîran 2020
Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 30 hezarî derbas bû.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku li welêt di 24 saetên dawîn da testa 1727 kesan pozîtîf derket, bi vî awayî hejmara giştî ya pêktiyan derket 30 hezar û 967an.
Li welêt heta niha 701 hezar û 883 test hatin kirin, 16 hezar û 116 kes baş bûn, 643 kes jî ji ber Kovîd-19ê mirin.