Önder Beyter
28 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2020
Li Komara Afrîkaya Başûr di 24 saetên dawîn da di 7 hezar û 96 kesên din da jî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hat tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara pêketiyan derket 452 hezar û 529an.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, li welêt di 24 saetên dawîn da 298 kes mirin û hejmara miriyan derket 7 hezar û 67an.
Li welêt di 7 hezar û 96 kesên din da jî kovîd-19 hat tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara pêketiyan derket 452 hezar û 529an, ya kesên baş bûn jî bû 274 hezar û 925an.
Heta niha bi tevahî 2 milyon û 802 hezar û 211 test hatin kirin.
Komara Afrîkaya Başûr li Afrîkayê ew welat e ku hejmara pêketiyên Kovîd-19ê herî zêde ye.