Nihat Kavşut
14 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2017
BANGUÎ
Li Komara Afrîkaya Navîn di êrîşa dijî mizgeftekê da herî kêm 20 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî komeke çekdar ya ji bajarê Bangassouyê tê Kembeya li rojhilatê başûrê welêt bi ser mizgeftekê da digire û di bûyerê da herî kêm 20 kes hatine kuştin.
Evdirrehman Bornouyê ji nûnerên saziyên civakên sivîl yên li welêt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û îdia kir êrîş bi destê koma çekdar ya bi navê antî-Balaka ya xiristiyan hatiye kirin. Bornou diyar kir milîtanên mizgeftê dorpêç kirin herî kêm 20 misilmanên di mizgeftê da kuştin.
Li paytext Banguiyê li taxa bûyer lê çêbû û misilman dijîn ji bo rojekê şîn hat îlankirin.
Ousman Mahamatê ji nûnerên civaka misilmanan ya li bajêr destnîşan kir dixwazin neyartiyê bikin navbera komên curbecur yên li bajêr dijîn û wiha got: "Di vî şerî da ne kes qezenc dike û ne jî kes wenda dike. Belasebeb birayên me dikujin."
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) Komara Afrîkaya Navîn yek ji wan dewletan e rewşa însanî baş nîne û piranî mihtacî saziyên alîkariyê ne.
Li Komara Afrîkaya Navîn sala 2012an piştî Selekaya koma çekdar dijî rêvebiriyê serî rakir qeyrana siyasî derketibû. Ji ber şerê di navbera antî-Balakaya xiristiyan û Selekaya koma çekdar ya misilman da derket bi hezaran kes hatibûn kuştin. Piştî hilbijartina serokê dewletê ya di sala 2016an da qeyrana siyasî qediyabû, lê dîsa jî car caran bûyerên tundiyê diqewimin.