Berpirsyarê sendîkayê Fernandez Tshibondo der barê qezayê de agahî dan û got ku trêna barê li nêzî stasyona Katongolayê ji rayê derket.
Berdevkê hikûmetê Lambert Mende jî got ku polêsan da zanîn ku 50 kes mirin, lê dibe ku jimar zêde bibe, der barê qezayê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Li welêt trênên barê ji bo rêwitiya bê pere ji aliyê gel ve gelekî tê bikaranîn.