Obama di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em îro Meds Yegherniyê û kesên ku di wê zilma herî xirab a sedsala 20emîn de mirine bibîr tînin. 99 sal berê di rojên dawîn ên osmaniyan de milyonek û nîv ermenî hatin kuştin, an jî zor li wan hat kirin ku derkevin meşa mirinê."
Obama ragihand ku "Em şîna mirin û êşa wan dikin û ji bo ku wan bi bîr bînin beşdarî kesên li Amerîkayê û hemû dinyayê yên ku wiha difikirin dibin." Serokê Amerîkayê Obama wiha dewam kir: "Em hêvî dikin ku di dîroka mirovahiyê de tiştên wiha xirab cardin çênebin."
Obama destnîşan kir ku nêrînên wî yên der barê bûyerên 1915an de neguheriye û wî gelek caran jî nêrînên xwe gotiye û wiha axivî: "Bi giştî, dirûst û adilane qebûlkirina rastiyan ji bo xêra her kesî ye."