Türkan Tosun
28 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2020
Hêzên Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya li gor Neteweyên Yekbûyî (NY) meşrû ye ya Libyayê li herêma Mîsratayê wesayîteke bêmirov (SÎHA) ya hêzên Xelîfe Hefter xistin.
Hêzên HMNyê daxuyandin serê sibê li rojhilatê Mîsratayê SÎHAyeke tîpa wê 2 ye hat xistin.
Mîsrata 200 kîlomêtro rojhilatê paytext Trablusê ye.
SÎHAya tîpa wê 2 ye û ji hêla Çînê va hatiye çêkirin ji bilî Çînê di destê Qazaxistan û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) da heye. MYE piştgiriyê dide Hefter û ji ber êrîşên Hefter ew berpirsyar tê dîtin.
Di 5ê çileya paşîn da li Trablusê êrîşî mektebeke eskerî hatibû kirin û jê gelek ciwan 31 xwendekar hatibûn kuştin. Di vê êrîşê da jî dîsa SÎHAyeke tîpa wê 2 ye ya Wîng Loong hatibû bikaranîn ku ev jî di destê MYEyê da heye.