Zuhal Demirci
03 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2023
Li Stockholma paytextê Swêdê roja Eyda Qurbanê li ber mizgeftekê Qur'ana Pîroz hatibû şewitandin ku ev êrîş li Londrayê hat protestokirin.
Komeke li ber Balyozxaneya Londrayê ya Swêdê civiya bertek nîşanî şewitandina Qur'anê da.
Çalakvanan pankartên li ser "Sînorê azadiyê heye" nivîsandî û Quran'a Pîroz dan destên xwe û ber bi pêlekanên balyozxaneyê va meşiyan û alaya Filistînê daliqandin.
Ji komê hin kesan agir berdan alaya Swêdê.
Polêsan li ber balyozxaneyê tevdîrên ewlehiyê dîtin.
Kesekî bi navê Salwan Momika yê ku eslê wî Iraqî ye di 28ê Hezîranê da li Stockholma paytextê Swêdê li ber Mizgefta Stockholmê di bin kontrola polêsan da Qur'ana Pîroz şewitandibû.
Tirkiye di serî da gelek welat û raya giştî ya navneteweyî bertek nîşanî vê bûyerê dabû û şermezar kiribû.