Esra Taşkın
02 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2023
Li Fransayê bi guleya polêsekî ciwanek hat kuştin û li ser vê protestoyan dest pê kir û bûyer derketin. Di şeva 5emîn a protestoyan da 871 cih û 577 wesayît hatin şewitandin, 74 avahiyan xesar hildan.
Li bajarê Nanterreyê vê hefteyê xortê bi navê Nael M. bi guleya polês hat kuştin û piştra çalakiyan dest pê kir û her şev çalakî dewam dikin.
Li gor nûçeya ku kanala Fransiz BFMTV dispêre Wezareta Karên Navxweyî, protestoyan heta sibehê dewam kir û li deverên qamûyê agir berdan 871 cihan, 577 wesayît hatin şewitandin û 74 avahiyan xesar hilda.
- Protestoyên tundî
Polêsan di 27ê Hezîranê da li bajarê Nanterreyê xwestibû ku wesaîta 3 kes tê da bûn ji bo kontrola trafîkê bide sekinandin, lê digel hişyariya "bisekine" wesaît nesekinîbû û polêsan gule berdabû. Di bûyerê da Nael M.yê şofêrê 17 salî hatibû kuştin.
Li ser kuştina Nael li tevahiya welêt, li bajarên cuda bertek hat nîşandan û xwepêşandêr derketin kuçe û kolanan û bi polêsan ra pev çûn.
Her wiha li Parîs, Marsîlya, Lyon û gelek bajarên din di protestoyan da talan hatin kirin. Nêzî 10 bajaran ji saet 21.00î pê va derketina derva hat qedexekirin.