İbrahim Atmaca
28 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
RIYAD
Erebistana Siûdî ragihand ku projeya "çêkirina bîra zemzemê" ya ku li bajarê Mekkeya Mukerreme li Mescida Heramê xebata wê dihat kirin, kuta bû.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokatiya Giştî ya Karên Mescida Heramê û Mescida Nebewî hat dayîn, ji bo meşandina xebatên projeya kutakirî li qada tewafê ya li der û dora Kabeyê, barîkatên ku hatibûn danîn bi temamî hatin rakirin.
Li gor daxuyaniyê di projeyê da ji bo birina ava zemzemê çêkirina qanalên taybet , çêkirina der û dora bîra zemzemê ku di navbera wê û Kabeyê da 21 mêtre hene, ji ber ku li ser zemîna Mescida Heramê beton û demir hene û ji bo ku bandora wê ya li ser bîrê were berterefkirin xebat hat kirin. Her wiha di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo zemzem ji bîrê were pompekirin noqav li binê bîrê hatin danîn.
Serokê Giştî yê Karên Mescida Heramê û Mescida Nebewî Şêx Dr. Ebdurrehman es-Sudeysî di 28ê cotmeha 2017an da diyar kiribû ku wan ji bo despêkirina projeya bîra zemzemê ji Qral Selman bîn Ebdulezîz telîmat hilda.