Türkan Tosun
28 Gulan 2020•Rojanekirin: 29 Gulan 2020
Li Meksîkayê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetan da 463 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li welêt di 24 saetan da ji ber vîrusê 463 kesên din jî mirin û hejmara miriyan gihîşt 8 hezar û 597an.
Li welêt hejmara kesên vîrusê ketin 3 hezar û 463 kes zêde bû û gihîşt 78 hezar û 23yan.
Li Meksîkayê duh cara ewil hejmara kesên ku di rojekê da mirin ji 500î derbastir bûbû.
Cara ewil di 28ê Sibatê da li welêt vîrus hatibû tespîtkirin. Di 19ê Adarê da jî cara ewil mirov ji ber vîrusê miribûn.