Haydar Şahin
28 Gulan 2020•Rojanekirin: 28 Gulan 2020
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê beriya ku Daîreya Feza û Hewadariyê ya Amerîkayê (NASA) piştî 10 salan astronotan bişîne Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî li Navenda Fezayê ya Kennedy ya li Florîdayê geriya û agahî sitand.
Rojnamevanan der barê kuştina Floyd da jê pirs pirsîn û li ser vê Trump got, "Ji ber bûyerê meriv li ber xwe dikeve. Dema vegeriyam Washîngtonê ez ê sibê raporeke berfireh bixwazim. Bûyereke xirab e."
Hawara Floyd a "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildim" tundiya polêsan anî rojevê
Polêsan pêr êvarê li Mînneapolîsê George Floydê 46 salî li ser şika xapandinê binçav kiribûn, polêsekî çoka xwe kutabû ser histûyê wî û li ser vê Floyd gotibû "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildi " û lavayî wan kiribû.
Hat destnîşankirin ku ekîbên tenduristiya acil Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê mir, welatiyên ji rê ra derbas dibûn bi têlefonan dîmenên bûyerê kişandibûn û li ser medyaya civakî parve kiribûn.
Li ser dîmenan nîqaşên tundiya polês tînin serê reşkan dîsa hatibûn rojevê, komekê li ciyê Floyd lê hat kuştin tundiya polêsan protesto kiribû. Çalakvanan pankartên li ser "Bêhna min diçike", "Kujer polêsên Ku Klux Kalnê ne" hatibûn nivîsandin dan destê xwe û xwestin ku ber bi navendê bimeşin, camên hin dikanên li herêmê şikênaştibûn, zirar dabûn wesayîta polêsan. Polêsan bi xaza rondikrêj midaxeleyî çalakvanan kiribûn.
4 polêsên tevlî bûyerê bibûn ji wezifeyê hatibûn avêtin, Buroya Dadgeha Ceza ya Mînnesotayê û Buroya Lêpirsîna Federal ji bo lêkolînê 2 lêpirsîn dabûn destpêkirin