Türkan Tosun
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
QUDS
Bi sed hezaran Misilmanên Qudsa Rojhilat li Mescida Eqsayê Leyletul Qedrê pîroz kirin.
Hêzên Îsraîlê her çiqas hewl dan ku rê li ber Misilmanên Filistînî bigrin jî bi deh hezaran kes çûn Mescida Eqsayê.
Polêsên Îsraîlê li Bajarê Kevn a Qudsê rê ji trafîkê ra girtin û ji bilî otobêsan destûr nedan ku tu wesayît derbas bibin, lê Filistînî bi saetan meşiyan û xwe gihandin Mescida Eqsayê.
Filistîniyên ku li Harema Şerîf tijî kirin piştî nimêja terewîhê dia kirin ku di nav Misilmanan de yekîtî çêbibe, şerên li welatên Îslamê dawî bibin û Filistîn rizgar bibe.
Îdareya Weqfa Îslamî ya Qudsê daxuyand 350 hezar Misilman kom bûne û Leyletul Qedr pîroz kirine.
Li Bajarê Kevn a Qudsê polêsên Îsraîlê amade sekinîn, firokeyên wan jî li ser bajêr firiyan.
Miftîtiya Quds û Filistînê daxuyandibûn ku 17ê gulanê roja pêncşemê roja ewil a remezanê ye.
Mescida Eqsayê ya li Qudsê ji bo Misilmanan qibleya ewil e. Cihû jî vê derê pîroz dihesibînin û bi îdiaya bermayiyên Mabeda Silêman lê heye binê Kuliyeya Mescida Eqsayê dikolin û dibêjin li vir îbadetkirin bi tenê heqê wan e.
Rêvebiriya Îsraîlê di bin kontrola polêsan de hin caran Cihûyan hildide hewşa Mescida Eqsayê û ji bo Misilmanan jî sînor datîne û li gor temenê wan destûrê dide.