Sevim Hatun
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu ragihand ku wê li hemberî îxlal û israrên Îsraîlê yên li Mescida Eqsayê, di 30yê Tîrmehê de li Yenîkapiya Stenbolê mitîngê li dar bixin.
Karamollaoglu di cviîna çapemeniyê ya ku li navenda giştî ya partiya xwe kir de, îxalalên Îsraîlê yên li ser Mescida Eqsayê nirxandin.
Karamollaoglu bibîr xist ku ew hefteya borî ji bo kurte ziyaretekê çû Malezyayê û destnîşan kir ku di civînên li wê derê hatin kirin de rojev îxlalên Îsraîlê yên li ser Mescida Eqsayê û Filîstînê bûne.
Karamollaoglu bal kişand ser Qudsê got ku Îsraîl dixwaze Qudsê wekî paytext bi kar bîne, heta îro zêdetirî 300 welatî ew şermezar kirine; lê belê tu bandor nekiriye.
-Em hemû welatiyên xwe vedixwînin mitîngê
Karamollaoglu wiha dewam kir:
"Amadehiyên me dewam dikin. Ya rast me yê ev miting hinekî dereng li dar bixista lê em kom bûn di encama şêwrê de me da pêş. Em ê dawiya vê hefteyê li Yenîkapiyê mitinga xwe ya mezin li dar bixin. Em wekî Partiya Saadetê mitîngê dikin; lê ew ê li qadê alayên partiyan tunebin, lewra ev meseleya hemûyan e, doza hemûyan e. Em li hêviyê ne ku hemû welatiyên me roja yekşemê saet 17.00an de li Yanîkapiyê bin."