Önder Beyter
25 Gulan 2017•Rojanekirin: 27 Gulan 2017
QAHIRE
"Fenerên remezanê" ku li Misrê wekî yek ji girîngtirîn nîşaneyên meha remezanê tên qebûlkirin, îsal jî balkonên xaniyan û herwiha kuçe û kolan xemilandin.
Navenda sereke ya van fenerên ku ji dar û metal celeb celebî tên çêkirin, semtê Seyîde Zeyneb a li paytext Qahireyê ye. Li vir gelek hosteyên feneran şiyana xwe ya di vê mijarê da nîşan didin, fenerên reng bi reng çêdikin û pêşkêşî xelkê Misrê dikin. Misriyên ku hersal malên xwe bi van feneran dixemilînin, îsal gazincan dikin ku bihayê wan pir zêde ye.

Înas Mihemeda kebanî a msirî daxuyanî da peyamnerê AAyê û herwiha di axaftina xwe da destnîşan kir ku îsal bihayê feneran zehf zêde ye, lêbelê ligel vê yekê wî dîsa jî fener stand û wiha dewam kir, "Ez dayika sê zarokan im. Min dixwast ji her zarokekî xwe ra fenerekê bistînim. Lêbelê îsal pir biha ne. Fenerek îsak 150 cuneyh (nêzîkî 8 dolarî) ye. Ji ber hindê min tenê hebek stand."
Hosteyê feneran Nasir Mihemed jî bi heman awayî ji zêdebûna bihayê feneran gilîdar e. Mihemed destnîşan kir ku piştî devulasyona di meha mijdara 2016an da bihayê her tiştî zêde bû û herwiha bihayê hacetên ku di çêkirina feneran da tên emilandin jî zêde bû.

Mihemed diyar kir ku ew, hostetiya feneran ji bav û herwiha kalê xwe hîn bû û wiha axivî, "Di çêkirina feneran da ez metal diemilînim. Ji bo ku ronî xweşik bide derva, ez camên cuda û rengîn ên celeb celebî pev dixim û lambeyekê datînim hundirê wan. Bi vî awayî êdî bona firotanê fener amade ne."
Li Misrê van salên dawîn ligel fanosên metal êdî yên ji darê jî tên firotan.