Elif Orhan
01 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
MÛSIL
Endamê Komîteya Bilind a Arîkariya Koçberan û Serokê Komîsyona Koçê ya Parlementoya Iraqê Ra'd ed-Dehlekî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di seranserê 2 meh û nîva ku operasyon berdewam kir de ji Mûsilê 145 hezar kesî koç kir.
Dehlekî diyar kir ku ew kesên ku malên xwe terikandin di bin şert û mercên dijwar de jiyana xwe berdewam dikin, di bidestxistina xizmetên tibî de zehmetiyan dikşînin, dixwazin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî di asta wezaretan de seferberî îlan bike lê di vê mijarê de heta niha tu bergirî nehatin sitandin.
Munzîr es-Salimê ji ekîba arîkariyê ya girêdayî Wezareta Koçberan û Koçê ya Iraqê diyar kir ku ji bajêra ku lê operasyonên eskerî berdewam dikin her roj sivîl tên kampan. Salim da zanîn ji bo ku hewcedariyên kesên ku koç dikin pêk bînin gelekî dixebitin lê belê jimara ku zêde dibe hem ji bo hikûmetê hem jî ji bo saziyên ku di vê mijarê de fealiyet dikin pirsgirêkeke mezin e.
Wezareta Koç û Koçberan hefteya borî di daxuyaniya ku da de îlan kiribû ku di seranserê operasyona ku di 17ê cotmehê de dest pê kirin de 137 hezar sivîlî malên xwe terikandin.