01 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokatiya Saziya Tibê Edlî ji 39 kesên ku di êrîşa terorê ya li ser avahiyeke şahiyê ya li Ortakoya Stenbolê de mirin nasnameya 38 kesan tespît kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên Wezareta Edaletê sitandin xebata tespîtkirina nasnameyên kesên ku di êrîşê de mirin ji bilî yê kesekî hat temamkirin.
Di vê çarçoveyê de cenazeyê yek jê welatiyê Iraqê, 11 kesên tirk yek jî hem welatiyê Tirkiyeyê hem jî yê Belçîkayê cenazeyê 13 kesên ku nasnameyên wan hatin tespîtkirin piştî ku miameleyên wan ên otopsî û tespîtkirina nasnameyê yên li Saziya Tibê Edlî hatin temamkirin teslîmê malbatên wan kirin.
Hat diyarkirin piştî ku malbatên wan hatin Tirkiyeyê dê sibê cenazeyên 25 biyaniyên ku nasnameyên wan hatin tespîtkirin û otopsiya wan xilas bû bên teslîmkirin.
Ji bo tespîtkirina tespîta nasnameya kesekî ku di êrîşê de mir jî berdewam dike.