Dildar Baykan Atalay
12 Mijdar 2026•Rojanekirin: 12 Mijdar 2026
Hat ragihandin ku li Brooklyna bajarê New Yorkê avahiyek tep bû û 8 kes di binê enqazê avahiyê da mirin, 17 kes birîndar bûn.
Rayedarên Teşkîlata Îtfaiyeyê ya New Yorkê (FDNY) diyar kir, li ser êxbara ku li Brooklynê qismekî avahiyekê tep bû, ew çûn cihê bûyerê û wan dît ku meriv di binê enqazê da mane.
Rayedarên FDNYê daxuyand ku avahiya tepbûyî li navenda bajarê Brooklynê di navbera kolanên Newkirk û Flatbushê da li nava bloqekê da ye.
Şaredarê New Yorkê Zohran Mamdanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Di bûyerê da 8 New Yorkî mirin, 3 jê xebatkarên îtfaiyeyê herî kêm 17 kes birîndar bûn. Xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin, bila welatî ji cihê bûyerê dûr bisekinin."