Elif Orhan
01 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
ABUJA
Hat ragihandin ku di êrîşa xwekujiyê ya ku birin ser mizgeftekî li rojhilatê Nîjeryaya welatê Afrîkaya Rojava de 42 kes mirin, 68 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Polêsên Herêmê Othman Abubakar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêma Yan Gwajoya girêdayî eyaleta Adamawayê di dema nimêja nîvro de 2 êrîşkarên xwekujiyê êrîş kirin.
Abubakar got ku di êrîşan de herî kêm 42 kes mirin, 68 kes jî birîndar bûn.
Xebatkarê lêgerîn û xilaskirinê Sanî Kakale jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piraniya kesên ku anîn nexweşxaneyê xedar in, ditirsin ku jimara miriyan zêde bibe.
Hêj tu kesî berpirsyariya êrîşê hilnedaye ser xwe û ji Boko Harama rêxistina terorê ya ku li herêmê çalak e dikevin şikê.
Rêxistina terorê li Nîjeryayê ji serê salên 2000î vir ve heye û piştî ku serokên wan Mihemed Yûsif dema binçavkirî bû mir di sala 2009an de dest bi çalakiyên şîdetê yên girseyî kirin.
Ji ber êrîşên terorê û pevçûnên li welêt bi sedan kes mecbûrî koçkirinê dimînin.