Haydar Şahin
19 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2021
Li Ovacika navçeya Tunceliya bajarê Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya zivistana wê gelekî zor derbas dibe qalindahiya berfê gihîşt mêtroyekê û welatî zihmetiyê dikişînin.
Li Ovacika di navbera çiyayên Munzur û Mercanê da cî digre berf dewam dike.
Li hin herêman qalindahiya berfê ji mêtroyekê derbas bû û li herêmên bilind gundî tengasiyê dikişînin.
Li navçeyê hin wesayît û xaniyên yekqatî di binê berfê da man, welatiyên di malên ji axê hatine çêkirin da dijîn ji bo xaniyên wan tep nebin berfa li ser xaniyan avêtin.
- Heywandar ji bo heywanên wan bê alif nemînin hewl didin
Heywandarên li lo navçeyê heywandariyê dikin ji şertên dijwar ê zivistanê da ji bo alifkirina heywanên xwe dixebitin.
Heywandarên şeveqê zû dest bi xebatê dikin ji malên xwe derdikevin ji şiverêyan ra diçin gom û tewleyên xwe.
Heywandar balyeyên giha, ket û kayê yên havînê li rexê gom û tewleyên xwe xistine lod ji binê berfê derdixin wan pişt dikin an jî li wesayîtan siyar dikin û dikişînin gom û tewleyan pê pez û dewrên xwe alif dikin.
Ji ber berf û bagerê rêya gundan hat girtin, ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.
- Ekîbên paqijkirina berfê dixebitin
Ekîba ji 12 kesan pêk tê ya Xizmetên Rê û Gihandinê ya Sekreteriya Giştî ya Îdareya Taybet a Bajêr bi 10 makîneyan va rêya gûndên li herêmên bilind vedikin.
Ekîba ji 6 kesan pêk tê ya Şeftiya Şaxa 86an a Rêbejayê jî bi 3 makîneyan va berfa li rêbajaya Tuncelî-Ovaciê û Xozat-Ovacikê paqoj dikin.
Ekîbên Şaredariyê jî li Pulur û Kandolarên taxên navendê û 94 taxan ji bo vekirina rêyan hewl didin.
Sînan Kilê heywandar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Ji Stenbolê hat û li Ovacikê bi cî bû, dest bi xweyîkirina pêz kir.
Kil diyar kir ku di şertên dijwar da jiyana xwe didomînin û wiha pê da çû: "Rîska hişkahiyê rabû em kêfxweş bûn. Şert zor in lêbelê ma ji destê me tê? Qalindahiya berfê gihîşt mêtroye û 20 santêmî. Em li vê derê heywandariyê dikinç Piraniya dema me bi heywanan ra derbas dibe. Em berfa li ser gom û tewleyan paqij dikin. Ji bo pêz ji binê berfê gihê derdixin. Têkoşîna me ya dijî berfê dewam dike."