18 Îlon 2015•Rojanekirin: 18 Îlon 2015
Li Geliyê Mûnzûrê û hin herêmên din ên Tunceliyê li dijî unsûrên rêxistina terorê ya cudaxwaz ji hewayê operasyon hat kirin û piştî wî jî tîmên tevgera taybet a cendermeyan di dehl û erdên derdorê de lêgerîn kir. Di lêgerînê de li gor agahiyên ewil tonek teqemeniya bidestçêkirî, cebilxaneyên hin çekan, xwarin, xurek, cil û berg hatin girtin.
Li gor zanyariyên ku nûçegihanê AAyê hilda di 16ê Îlonê de li Ovacikê bi balafirên bêmirov ve firînên keşfê hatin kirin, paşê balafirên şer operasyon birin ser cihên ku hatin tespîtkirin û herî dawîn jî bi helîkopteran ve tîmên Tevgera Taybet a Cendermeyan (TTC) danîn herêmê.
Di lêgerîna ku tîmên TTCê li erdê kirin de li gor diyarkirinên ewil tonek teqemeniya bidestçêkirî, cebilxaneyên hin çekan, xwarin, xurek, cil û berg hatin girtin.
Di vê navberê de ji ber operasyona balafirên şer li herêmê agir bi hin deran ket û ji bo temirandinê jî balafira temirandinê sewqî cihê bûyerê hat kirin.