Önder Beyter
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
ÎSLAMABAD
Li Pakistanê ji 105 milyonî zêdetir dengdêr ji bo hilbijartina Meclisa Neteweyî ya Pakistanê û meclisên eyaletan ku dê 5 salan fealiyeta çêkirina qanûnan bikin, diçin ser sandoqan ku dengê xwe bidin.
Herwiha li vî welatî li gorî dema herêmê dengdayînê di saet 08.00an da dest pê kir.
Ji bo dengdayînê zêdetirî 85 hezar sandoq hatin danîn ku gel biçe ser û ji bo kifşkirina Meclisa Neteweyî ya Pakistanê û meclisên eyaletan ku dê 5 salan li ser peywirê bin, raya xwe bavêje.
Serokwezîrê ku dê hikûmetê bidamezirîne jî dê ji nava endamên Meclisa Neteweyî ya Pakistanê were hilbijartin.
Ji bo 849 kursiyan ku 577 jê yên meclisên eyaletan, 272 jê jî yên Meclisa Neteweyî ya Pakistanê ne, qedera 12 hezar namzed ketine pêşbaziyê.
Li vî welatî dengdayîn dê li gorî dema herêmê di saet 18.00an da bi dawî bibe.