Abdullah Tel
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauertê der heqê pirseke ji bo qanûna "dewleta netewî ya cihûyan" a ku meclisa Îsraîlê erê kiribû da nexwest şîrove bike û got: "Em pirsên ku li ser qanûnên welatên din tên kirin nabersivînin."
Berdevk Nauert di civînên çapemeniyê yên Wezareta Karên Derva da pirsên ku der barê welatên din da jê tên kirin dibersivîne lê di mijara Îsraîlê da bê deng ma.
Ji Nauertê hat pirsîn "Gelo hûn rêzê nîşanî vê qanûnê didin?" û wê jî wiha bersiv da: "Em pirsên ku li ser qanûnên welatên din tên kirin nabersivînin. Helbet haya me ji vê qanûnê heye. Lê pirsên xwe yên der barê mijarê da rasterast ji hikûmeta Îsralê bipirsin."
Piştî vê pirsa "Gelo li gor we ev qanûn wê zirarê bide demokrasiya Îsraîlê?" jê hat kirin û wê jî got: "Ez ê li ser vê mijarê xebernedim, vê ji Îsraîlê bipirsin."
Gelek welatan bertek nîşanî pêşnûmaya qanûna "Dewleta Netewî ya Cihûyan" a ku li Îsraîlê muxalefet jî li dijî wê ye dabûn.
Lê pêşnûma di meclisê da li hemberî 55 rayên "na" bi 62 rayên "erê" hat qebûlkirin û bû qanûn.
- Qanûna "Dewleta Netewî ya Cihûyan"
Li Îsraîlê Qanûna Bingehîn tune, şûna vê qanûna dewletê ya di asta "qanûnên bingehîn" da ye heye ku Îsraîl ji bo hemû Cihûyên li ser rûyê dinyayê wekî dewleteke nijadî û dînî tê qebûlkirin.
Bi erêkirina qanûnê va Erebî êdî zimanê fermî nîne û di şûna wê da Îbranîkî wekî zimanê fermî hat pesendkirin.
Madeyên wekî "Li welêt bi tenê Cihû dikarin qedera xwe tayîn bikin. Îsraîl dewleta Cihûyan e. Îsraîl welatê dîrokî yê hemû Cihûyên li dinyayê ye. Heke di hiqûqê de valahiyek hebe, şûna wê şerîata Cihûyan wê bikeve rewacê. Hemû Cihûyên li ser rûyê erdê dikarin vegerin Îsraîlê, heqekî wan ê wisa heye. Rojên dînî yên Cihûyan wê wekî rojên fermî bên qebûlkirin û paytextê Îsraîlê Quds e." hatin qebûlkirin.
Bi qanûnê va hebûna Filistîniyan a dîrokî ya li ser wan axan ji holê tê rakirin. Ji Cihûyan re tê gotin ku ew dikarin vegerin Îsraîlê lê ji bo Filistîniyên di sala 1948an da ji welatê xwe hatine qewirandin ev heq nayê dayîn.