Emre Gürkan Abay
13 Gulan 2023•Rojanekirin: 16 Gulan 2023
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li Qirimê firokeya eskerî ya cureyê MÎ-28 ket, du esker mirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat diyarkirin ku firokeya eskerî ya cureyê MÎ-28 li Qirimiê dema ji bo perwerdeyê difiriya ket.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di qezayê da du esker mirin, li gor tesbîtên ewil firoke ji ber erizeyeke teknîk ketiye.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.
Rûsyayê di sala 2014an da bi awayekî dereqanûnî Qirim îlhaq kiribû.