BAKU
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê firokeyeke artêşa Ermenistanê ku li ser xeta Ermenistan û Azerbaycanê difiriya, hat daxistin.
Hat ragihandin ku li nêzî xetê 3 roj e Hêzên Hewayî yên Ermenistanê firînên provakatîf dikin û di di firîna îro de jî firokeya Ermenistanê hicûm bir ser mewziyên Azerbaycanê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Azerbaycanê firokeya Ermenistanê li herêma Agdamê li nêzî gundê Kengerliyê daxistin.