Muhammet Kurşun
09 Hezîran 2017•Rojanekirin: 09 Hezîran 2017
LONDON
Li Qraliya Yekbûyî li gor anketên sindoqên hilbijartina pêşwext partiya desthilatê 326 parlamenterên ku ji bo avakirina hikûmetê pêwîst in dernaxîne.
Li gor anketan Partiya Mihafezekar 314, Partiya Karkeran 266 parlamenteran derdixînin.
Partiya Mihafezekar a bi serokatiya Theresa Mayê li gor vê encamê bi tena serê xwe nagihê 326 parlamenterê ji bo hikûmetê pêwîst. Partiya Karkeran a bi serokatiya Jeremy Corbyn jî 34 parlamenter li xwe zêde kirine.
Li gor encama anketên sindowan îhtimala hikûmeta kêmaniyê yan jî koalisyonê li Qraliya Yekbûyî diyar dibe.
Li gor encama BBC, SKY û ITVyê ragihandin, Partiya Nîştimanî ya Îskoç (SNP) ku cudaxwaz e di hilbijartinê de têk çûye. SNPyê 22 parlamenter li xwe kêm kirine û daketiye 34an.
Partiya Lîberala Demokrat jî 6 zêde kirine û derketiye 14an.
Rastgira tundrev UKIP jî parlamanteran dernaxîne.
Ji bo li welat partiyek bi tena serê xwe hikûmetê ava bike lazim e ji 650î 326 parlamenteran derxîne.
Encama teqez a hilbijartinê ku 47 milyon dengdêrî deng da nêzî serê sibehê dê diyar bibe.