ADIYAMAN
Xirbeyên bajaroka Antîk a Perreyê ya ku ji bo şaristaniya Kommageneyê bajarekî girîng bû bi kolanan va derdixin holê. Armanc ew e ku tûrîzma li bajêr zêde be.
Bajaroka antîk 5 kîlometreyî dûrî navenda bajêr e. Li xirbeyên bajarokê sûr, kaniya ku jê av tê û 200 merzelên kevir hene. Bajaroka Perreyê di navbera Samosataya (Samsat) paytextê Kommageneyê û Melîteneyê (Meletye) da ye, di çavkaniyên Romayê da qala ava wê ya xweş dikin. Di dewrekê da rêwî û artêşan li Perreyê bîna xwe didan. Xirbeyên li rexê Perreyê hê li hêviya dîtinê ne.
Walîtiya Adiyamanê ji bo ku xirbeyên li ser hezar û 500 dolim erdî cî digre ji tûrîzmê ra veke dixebite. Piştî dewlet eraziyên welatiyan bikire yê dest bi kolanan bikin.
Walî Mahmut Demirtaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Bajaroka Antîk a Perreyê ji bo tûrîzma welêt û herêmê zehf girîng e.
Demirtaş bi bîr xist ku Îdareya Taybet a Bajêr 13 sal berê bi îmkanên xwe va dest bi kolanan kir, di encama kolanan da 363 berhemên dîrokî û gelek merzel derxiste holê.
Demirtaş destnîşan kir ku ji ber tehrîbata siruştî kolanên li bajaroka antîk dane sekinandin.
Demirtaş diyar kir ji bo ku şaristaniya Kommageneyê derxin holê proje amade kirin û wiha pê da çû:
Serastkirina hawirdorê yê mehekê şûn da biqede, paşê em ê dest bi kolanan bikin. Tirkiyeyê bi vê derê va gelek tiştan bi dest bixe. Xirbe li ser hezar û 500 dolim erazî cî digre û ya rastî jî dîrok di bin vî erdî da ye. Ji ber vê yekê bi van xebatan va yê şaristaniya Kommageneyê jî derkeve holê. Karê me yê ewil ew e ku dewlet erdê welatiyan ji wan bikire. Lewra li vê derê 134 xanî hene. Paşê jî em ê dest bi xebatên kolanê bikin."
Demirtaş diyar kir ku di çarçoveya serastkirina hawirdorê da 60 dolim erd hildane bin kontrolê.
Demirtaş bi bîr xist ku Wezareta Çand û Hûnerê heqê xebitandina Bajaroka Antîk a Perreyê daye Yekîtiya Acenteyên Gerê ya Tirkiyeyê (TURSAB), bi saya vê çûyîn û hatina bajarokê tê kontrolkirin.
Demirtaş destnîşan kir bajarok di bin kontrolê da ye û ev jî ji bo wan girîng e.
Demirtaş got ku TURSAB bi profesyonelî dixebite û wiha axivî: "Heke vê derê hildin destînasyona tûrîzmê yê ji bo bajarê me zehf rind be."
Demirtaş diyar kir ku armanca wan ew e ku berhemên dîrokî yên li Adiyamanê bi dinyayê bidin nasîn.