26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
ERÎVAN
Li Rewana paytexta Êrmenistanê di otobêseke gel da teqîn çêbû û 2 kes tê da mirin.
Wezareta Rewşên Acîl daxuyanî da û got ku di otobêsê da ji 9 kesan 7 kes jî birîndar bûn. Hat gotin ku ji birîndaran rewşa 2 kesan tel e.
Di teqînê da camên avahiyên derdorê şikestin.
Midûrê Emniyetê Vladîmîr Gasparyan got ku sedema teqînê tê lêkolînkirin.
Berdevkê Serokomar Serj Sarkisyan diyar kir, li paytext Rewanê telîmat hat dayîn ku tevdîrên ewlehiyên zêdetir werin hildan.