26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
ÎSTANBUL
Keştiya "Pulî"yê li bendêra Port Harcourtê ya Nîjeryayê hatibû revandin. Parêzerê buroya hiqûqê ya şirketa ku keştiya "Pulî"yê girêdayê wê ye Fehmî Ulgener daxuyand ku 6 murettebatên tirk serbest hatine berdan.
Parêzer Ulgener der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr anî ku keştî di 11ê nîsanê de li Nîjeryayê hatibû revandin.
Ulgener got ku 6 murettebatên tirk Îlkay Olgun, Haluk Buran, Furkan Topcu, Mehmet Babacan, Şukru Dombek û Eray Falay ên ku di kêştiyê de dixebitîn di 25ê nîsanê de serbest hatin berdan.
Ulgener got ku kontrola wan a tenduristiyê hatiye kirin û hemû jî başin.
Parêzer Ulgener ji ber piştgiriya wan spasiya Wezareta Karên Derve û meqamên din ên fermî kir.