Muhammed Emin Canik
27 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2023
Hat ragihandin ku li Misrê li texma Nexweşxaneya Tabayê ya nêzikî sînorê Îsraîlê wesaîteke asîmanî ya nediyar (ÎHA) ket û li bajarê Nuveybayê ya li Kendava Akabeyê jî moşekek ket.
Berdevkê Artêşa Misrê Albay Xerîb Ebulhafiz di daxuyaniya xwe da piştrast kir ku li bajarê Tabayê ÎHAyeke "nediyar" ket ser avahiyekê.
Albay Ebulhafiz got ku "Di bûyerê da 6 kes sivik birîndar bûne û piştî midaxeleya ewil ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Heyeteke pispor a ku ji meqamên eleqedar pêk tê der barê bûyerê da lêkolînê dike."
Li gor nûçeya televîzyona El-Qahîreyê ya ku li Misrê weşanê dike li bajarê Nuveybaya li peravên Kendava Akabeyê ya dikeve başûrê rojhilatê Nîvgirava Sînayê moşek ket.
Rayedarên Misrî der barê li bajarê Nuveybayê ketina moşekê lêpirsîn dan destpêkirin.