Lejla Biogradlija
03 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2023
Li Saraybosnaya paytextê Bosna Hersekê ji ber hewaya qirêj balafiran nekarîn ku li Balafirgeha Saraybosnayê ya navneteweyî deynin.
Di daxuyaniya Balafirgeha Saraybosnayê ya Navnetweyî da hat ragihandin ku danê sibehê hewa gelekî qirêj bû û mesafeya dîtinê gelekî kêm bû, ji ber vê jî hin seferên hatibûn plankirin çênebûn û berê balafiran dan Zagreba paytextê Hirvatistanê. Hat ragihandin danê nîvro bandora hewaya qirêj kêm bû û sefer vegeriyan normalê.