Haydar Şahin
03 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2023
Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşê yê berê yê Îranê di sêyemîn salvegera mirina xwe da li Tehranê hat bibîranîn.
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Fermandarê Giştî yê Artêşa Mihafizên Şoreşê (AMŞ) Huseyîn Selamî, Fermandarê Hêza Qudsê ya AMŞyê Tuxgeneral Îsmaîl Qaanî, rayedarên hikûmetê û fermandarên eskerî û nûnerên mîsyonên biyanî û malbata Silêmanî û welatî beşdarî merasima ku li Mescîda Înê ya Îmam Xumeynî ya li paytextê bûn.
Serokomar Reîsî di merasimê da axivî û diyar kir ku bibîranîna Silêmanî tê wateya "qîmetdayîna têkoşîna dijî terorîzmê, ji zilm, pêkûtî û emperyalîzmê bereatkirin".
Reîsî got ku bi mirina Silêmanî ji aliyekî va xemgîn bûn lêbelê ji aliyê din va serbilind bûn û got ku "Em serbilind in. Ji ber ku kesekî wiha tenê Îranê nedifikiriya. Hemû dinyayê difikiriya."
- "Em xwîna Silêmanî li erdê nahêlin"
Reîsî destnîşan kir ku dê heyfa fermandarê Îranî hildin û wiha axivî: "Ez di hizûra we da dibêjim, em xwîna şehîd Silêmanî li erdê nahêlin. Ev teqez e. Bi rehet razan tune. Em ê destûrê nedin ku kujer û berpirsyar rehet razin."
Zeyneba keça fermandarê Îranî jî di merasimê da axivî û got ku "Îro hemû rayedar divê di rêya Qasim Silêmanî da biçin û bi fedakarî pirsgirêkên gel çareser bikin."
Ji hêla din va li eyaleta Kîrmanê ku memleketê Silêmanî ye jî merasimên bibîranînê hatin kirin.