Heman Hussein Yaseen,Bekir Aydoğan
17 Adar 2022•Rojanekirin: 18 Adar 2022
Hat ragihandin li Iraqê li Şengala navçeya Mûsilê heta niha 81 komegorên Êzdiyan hatin dîtin.
Alîkarê Wezîrê Enfal û Şehîdan ê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Berevan Hemdî der heqê komegorên li Şengalê da daxuyanî da peyamnêrê AAyê.
Hemdî diyar kir, tevahiya komegoran ji serdema êrîşa rêxistina terorê DEAŞê ya di 3yê Tebaxa 2014an da ne û wiha got, "Li gorî hemû agahî û belgeyên di dest me da ev jenosîd e. Hemû delîl û berate nîşan didin ku DEAŞê sûcekî wiha kiriye."
Hemdî da bibîrxistin, hestiyên ji 4 komegoran hatin derxistin ku du hefte berê li herêma Herdanê ya Şengalê hatin dîtin, ji tiba edlî ya li paytext Bexdayê ra hatin şandin, piştî testên DNAyê, nasnameyên qurbaniyan dê bên tesbîtkirin.
Peywirdarê HKIyî wiha got, "Ji komgorên li Şengalê hinek bi tenê yên zarok û mêrên mezin in, hinek jê jî bi tenê yên jinan in. Di komegorên jinan da xebata vedanê hê dest pê nekiriye. Di pêş me da di wan da jî xebat dê bê kirin. Heta niha 81 komgor hatin dîtin."
Tê diyarkirin, li herêmê heta niha 23 komgorên Êzdiyan hatine vekirin û nasnameyên qurbaniyan hatine tesbîtkirin, 58 komgorên mayîn jî hê nehatine vedan.
Rêxistina terorê DEAŞê di 3yê Tebaxa 2014an da êrîşî navçeya Şengalê ya Êzdînişîn kiribû, jin û zarok jî di nav da bi hezaran kes revandibûn. Rêxistina terorê ev kesên revandî an kuştibûn an jî li herêmên ku di bin kontrola wan da bûn, dîl girtibûn.