Haydar Karaalp
17 Adar 2022•Rojanekirin: 18 Adar 2022
Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Rêber Ehmed diyar kir, Îranê di êrîşa dijî Hewlêrê da fuzeyên şer emilandin.
Ehmedê ku çû paytext Bexdayê, bû mêvanê "Komîsyona Lêkolîna Rastiyan" ku piştî êrîşa fuzeyê ya di 13ê Adarê da ya dijî Hewlêrê, di Meclisa Iraqê da hat damezirandin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, Ehmed di civîna agahdarkirina endamên komîsyonê da wiha got, "Êrîşa Hewlêrê, êrîşa dijî serweriya Iraqê û her wiha ya dijî cîrantî û peymanan e. Em kêfxweş in ku Meclisa Iraqê piştgiriya me dike. Mixabin fuzeyên ku di êrîşê da hatin emilandin, ew fuze ne ku ji sînor derbas dibin û di şer da tên emilandin."
Ehmed destnîşan kir ku ji hêla Îranê berî êrîşê ji wan ra agahî nehat dayîn, hedefa êrîşê jî cih û warên sivîlan bûn.
Ehmed her wisa bal kişand, deriyê wan ji bo aliyên navneteweyî û Îranê vekirî ye ku ji bo lêkolînkirina rastiyan bixwazin werin Hewlêrê.