Önder Beyter
03 Gulan 2020•Rojanekirin: 04 Gulan 2020
Di daxuyaniya Sererkaniya Koreya Başûr da hat destnîşankirin ku serê sibehê bi dema herêmê di saet 07.41ê da ji milê Koreya Bakur ber bi qereqoleke eskerî ya li ser sînorê Koreya Başûr çend gule hatin agirkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku qederek şûnda wekî bersiv, eskerên Koreya Başûr du gule agir kirin û herwiha di bûyerê da kes nemir an jî birîndar nebû.
Peywirdarên eskerî eşkere kirin ku ew pê nizanin ka Koreya Bakûr ji ber çi sedemê ber bi Koreya Başûr gule agir kirin û sedemên bûyerê tên lêkolînkirin.