Ahmet Furkan Mercan
24 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2025
Li ser sînorê binîqaş ê Tayland û Kamboçyayê pevçûn derket û li gor tesbîtên ewil li aliyê Taylandê 12 sivîl hatin kuştin, 14 sivîl jî birîndar bûn.
Li nêzî perestgeha Khmerê ya li ser xeta sînorê navbera Tayland û Kamboçyayê serê sibehê pevçûn derket.
Artêşa Qraliyetê ya Taylandê (RTA) daxuyand ku guleya ewil eskerên Kamboçyayê agir kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Taylandê diyar kir ku di êrîşan da li eyaleta Sîsaketê yek jê personelê eskerî 9 kes, li eyaleta Surînê 2, li eyaleta Ubon Ratchathaniyê kesek hat kuştin, bi tevahî 14 kes jî birîndar bûn.