Abdullah Tel
24 Nîsan 2020•Rojanekirin: 25 Nîsan 2020
Li çar aliyê dinyayê hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) can dan ji 190 hezarî derbas bû.
Li gor agahiyên malpera înternetê ya "Worldometer"ê ku ji her aliyê dinyayê daneyên der barê Kovîd-19ê berhev dike li seranserê dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû mirin gihîşt 190 hezar û 197an û hejmara kesên şewb bi wan geriya jî gihîşt 2 miylon û 712 hezar û 258an.
Ji ber şewba Kovîd-19 heta niha herî zêde mirov bi 49 hezar û 736 kesan va li Amerîkayê mirin. Di pey Amerîkayê da li Îtalyayê 25 hezar û 549, Spanyayê 22 hezar û 157, Fransayê 21 hezar û 856, Îngiltereyê 18 hezar û 738, Belçîkayê 6 hezar û 490, Îranê 5 hezar û 481, Almanyayê 5 hezar û 404 û Çînê jî 4 hezar û 632 kes mirin.
Welatên din ên ku hejmara miriyan ji hezarî zêdetir in jî wiha ne:
"Hollanda (4 hezar û 177), Brezîlya (3 hezar û 313), Tirkiye (2 hezar û 491), Kanada (2 hezar û 143), Swêd (2 hezar û 21) û Swîsre (1549)"
Şewba Kovîd-19ê ya ku di Berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Çînê derket holê li zêdetirî 200 welat û herêmî belav bû
Ji kesên bi şewbê ketibûn heta niha 744 hezar û 366 kes baş bûn û tedawiya milyonek û 777 hezar û 695 kesan jî dewam dike.