Zeynep Tüfekçi Gülay
19 Gulan 2021•Rojanekirin: 20 Gulan 2021
Li Şerîda Xezeyê di êrîşa Îsraîlê da rojnamevanekî di radyoyeke herêmî da dixebitî hat kuştin.
Balafirên şer yên Îsraîlê li Taxa Şêx Ridwan ya li rojavayê Xezeyê sê moşek avêtin malekê û di êrîşê da rojnamevan Yusuf Ebû Huseyînê di radyoyaya herêmî ya Dengê Qudsê da dixebitî hat kuştin.
Bi kuştina Yusuf Ebû Huseyîn di êrîşên li ser Şerîda Xezeyê da hejmara kesên hatin kuştin derket 221ê.
Balafirên şer wek mayîn li Kampa Penaberan ya Cibalyayê ya li bakurê Xezeyê malekê bombe kirin û li derdorê xisar çêbû.