05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
HEWLÊR
Şingala navçeya Mûsilê her çiqas nêzî sal û nîveke ji aliyê pêşmergeyê ve ji DEAŞê hatibe xilaskirin jî li herêmê hebûna PKKya rêxistina terorê dewam dike û ev jî dibe sedema bêîstîqrarî û nebûna ewlehiyê.
Şêx Şamoyê parlementerê êzdî yê di parlementoya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand: "Şingal ji terorîstên DEAŞî hat xilaskirin lê belê hebûna PKKyê li herêmê dewam dike û ji ber vê yekê li herêmê îstîqrar û ewlehî tune."
Şamo bibîrxist ku DEAŞê di 3ê tebaxa 2014an de êrîş biribû ser Şingalê, piştî êrîşê PKK bi hinceta parastina êzdiyan ket herêmê û li vir bi cih bû. Şemo got ku di ser bûyerê re gelek dem derbas bû me di vê navberê de dît ku tevger û gotinên PKKyê ne wek hev du ne, PKK bereksê gotinên xwe tevdigere.
Şamo destnîşan kir ku rêxistin însanên mexdûr naparêze û wek komeke çekdar li gor xwe tevdigere û wiha got: "Ajandeya siyasî ya PKKyê bi destê Îranê hatiye lêkirin û rêxistin li gor vê tevdigere."
Şamo diyar kir ku birînên êzdiyên li Şingalê pêşiyê bi êrîşên DEAŞê û peyra jî ji ber PKKyê kûrtir bû û got ku PKK li herêmê siyaseta kuştin û helandinê dimeşîne.
Parlementerê êzdî destnîşan kir ku gelek kes hene dixwazin ji bo pêşketina herêmê bixebitin û wiha got: "Lê vê gavê nikarin. Xwediyên şirketan û veberdêr hebûna PKKyê wek talûke dibînin û loma jî dest navêjin kar."
Şamo diyar kir ku talûkeya dibistanên PKKyê li Şingilê ji bo zarokên êzdî vekiriye zêde dibe û wiha xeberda: "Li van dibistanan perwerdeyeke li dijî çand û edeta êzdiyan tê dayîn. Nirxên civakê tên pêpeskirin."
Serokê Meclisa Navçeya Şingalê Weyîs Naîf jî bal kişand ser kesên ku li der û dora Şingalê tên kuştin.
Naîf got: "12 kesên ku di nav wan da pêşmerge, karmend û endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê jî hene, bi awayekî esrarengîz hatin kuştin."
Naîf got ku ev kuştin li deverên ku di destê PKKê da ne çêbûn.
Li Şingalê hebûna PKKya rêxistina terorê Herêma Kurdistana Iraqê jî aciz dike. Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî got, "Karê PKKê li Şingalê tuneye" , Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî gotibû ku heke PKK ji Şingalê venekişe, dibe ku ew serî li "hêza leşkerî" bidin.