05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
ANKARA
Li bakurê Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê de 74 hedefên rêxistina terorê DEAŞê ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkan hatin îmhekirin. Jê yek qaşo fermandarê DEAŞê 38 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiya Sererkaniyê, Hereketa Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya hidûd, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di roja 135emîn a hereketê de ji hewayê û bejayê baregehên DEAŞê, mewziyên wan ên parastinê, depoyên wan ên çekan hatin bombebarankirin.
74 hedefên rêxistinê hatin îmhekirin û 38 terorîst jî hatin kuştin.
Balafirên Şer ên Fermandariya Hêzên Hewayê li El Bab, Bzagah, Tadîf, Qebr al Mukrî, Suflaniyah û Zammarê êrîşê hedefên DAEŞê kirin. Baregehên DEAŞê, mewziyên wan ên parastinê, depoyên wan ên çekan hatin bombebarankirin.
48 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin hatin îmhekirin.
Ji destpêka hereketê vir ve 2 hezar û 741 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin û 43 mayin hatin teqandin.