Haydar Şahin
21 Mijdar 2020•Rojanekirin: 21 Mijdar 2020
Li Şîliyê çalakiyên li dijî hikûmetê yên par dest pê kirin bi navber dewam dikin û tundî mezin dibe.
Li gor xeberên di çapemeniya şîliyê da hatin weşandin, li Meydana Îtalyayê ya li Santîagoya paytext çalakiya protestoyê hat lidarxistin. Li gor vê, çalakvanên kom bûn xwestin ku Sebastîan Pînerayê Serokê Dewletê îstifa bike û kesên di çalakiyan da hatin binçavkirin werin berdan.
Di çalakiyê da bûyer derketin, polêsan bi ava tazyîk midaxeleyî çalakvanên agir dadan, barîqat danîn û kevir û kuçik avêtin wan kir.
Hat diyarkirin ku di protestoyan da şaxa bankeyekê û dermanxaneyek hat talankirin.
Li welêt di 18ê mijdarê da li mala islahê ya li bajarê Talcahuanoyê 2 ciwanên 17 û 14 salî bi guleya polêsan hatibûn kuştin li ser vê çalakî mezin bibûn.
Hin saziyên neteweyî û navneteweyî bûyer şermezar kiribûn Marîo Rozasê Dîktatorê Carabinerosê yê midaxeleyî bûyeran kiribû îstifa kiribû.