Abdullah Tel
21 Mijdar 2020•Rojanekirin: 21 Mijdar 2020
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku hat tespîtkirin vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bi wan geriyaye ji 57 milyon û 910 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 377 hezar û 762 kes ji ber şewbê mirin.
Jimara pêketiyan derket 57 milyon û 910 hezar û 582yan, 40 milyon û 108 hezar û 895 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.
Li ser rûyê dinyayê 16 milyon û 423 hezar û 295 kesên vîrus kişiyabû wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 12 milyon û 274 hezar û 726an û ji ber şewbê heta niha 260 hezar û 283 kes jî mirin.