Ömer Erdem,Ahmed Satti
15 Hezîran 2023•Rojanekirin: 15 Hezîran 2023
Li Sûdanê Hamis Ebdullah Abbekerê waliyê eyaleta Darfura Rojava ku li ser sînorê Çadê ye, hat kuştin.
Di daxuyaniya artêşa Sûdanê da wiha hat gotin, "Milîsên Hêzên Alîkariya Lezgîn Hamis Abbekerê waliyê Darfura Rojava revandine û kuştine. Artêş vê tevgera bêbext bi tundî şermezar dike."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin Hêzên Alîkariya Lezgîn bi vê tevgera hovane hovîtiyeke nû li sicîla xwe zêde kiriye û wiha hat gotin, "Ev sûcên bêbext ku Hêzên Alîkariya Lezgîn dijî gelê Sûdanê dikin, di dîroka welêt da berê neqewimîne û nehatine dîtin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin waliyê hatiye kuştin di nava pêşengên Peymana Aştiyê ya Cubayê da cî digire ku di sala 2020î da di navbera hikûmeta Sûdanê û komên çekdar da hatibû îmzekirin û hat gotin ji ber vê jî têkiliya wî bi pevçûna di navbera artêş û Hêzên Alîkariya Lezgîn ya "serhildêr" ra tunebû.