Sevim Hatun
10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 11 Mijdar 2016
HASEKE
Li Sûriyeyê, Haci Kûrhanê navê wî yê kod Alî Botan ê berpirsê hêzên taybet ên PYD/PKKya rêxistina terorê di êrîşa ser wesayitê de mirî hat dîtin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda, Alî Botanê wek fermandarê hêzên taybet ên YPGya şaxa eskerî ya PYD/PKKyê duh danê êvarê piştî êrîşa ser wesayita wî, di wesayitê de mirî hat dîtin.
Bûyer li gundê Bûvera ser Qamişloya navçeya Hasekê ya nêzî sînorê Tirkiye-Sûriyeyê qewimî.
Kûrhan li herêmê wekî berpirsê "ku milîtanên YPGyê dişîne Tirkiyeyê û çalakiyan li dar dixin" tê nasîn.
Ji aliyê din ve YPGyê li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî daxuyand ku mensûbê rêxistinê Alî Botan di wesayita ku ji ber sûîqastê teqiya de mirî hat dîtin. Lê rêxistinê wezîfeya milîtan eşkere nekir.