10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 11 Mijdar 2016
BERLÎN
Siyasetmedarê mixalif ê Sûriyeyî Siyamend Haco piştgiriya ku Amerîka dide PYDê rexne kir û wiha got: "Amerîkayê di pêşerojê da ji bo El Qaîdeyê xeta kir, niha jî piştgiriyê dide PYD û xetaya xwe dubare dike."
Berpirsê Têkiliyên Derva yê Meclisa Neteweyî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) Siyamend Haco ji AAyê ra qala geşedanên dawîn ên li herêmê kir.
Haco ji ber ku li bakurê Sûriyeyê bi PYDya rêxistina terorê ra hereket dike, Amerîka rexne kir û wiha got: "Amerîkayê di pêşerojê da ji bo El Qaîdeyê xeta kir, niha jî piştgiriyê dide PYD û xetaya xwe dubare dike. Amerîkayê di salên 1980yî da li Efxanistanê dijî dagirkeriya ûris piştgirî dabû El Qaîdeyê. Niha jî li dijî DEAŞê piştgiriyê didin PYD û PKKyê, lê heman xetayê dikin."
Haco diyar kir, Amerîka dibêje li Sûriyê "derbasbûna demokrasiyê" û hedefan datîne, lê ev hedef û piştgiriya wê ya ku dide PYDyê li hev nake û nakokî ye. Haco wiha dewam kir: "Di navbera PYD û PKKê da tu ferq tuneye. PYD şaxa Sûriyê ya PKKê ye."
Haco destnîşan kir, hema bêje hemû qadroya rêvebirinê ya PYDê ji 1980yî pê va ji aliyê îstixbarata Sûriyeyê va li geliyê Beqaayê hatine perwerdekirin û ji wan pêk tê.
Haco wiha dewam kir:
"Navenda PKKyê jixwe li deşta Beqaayê ya di kontrola îstixbarata Sûriyeyê da bû. Bi destê îstixbarata Sûriyê bona ku li hemberî Tirkiyê şer bikin, hatin perwerdekirin. Niha jî ji layê dîktator Bişar Esedê ku ew perwerde kiribûn, piştevaniya wan tê kirin."
Haco destnîşan kir ku di navbera PYD û Esed da karbeşiyek heye û nayê qebûlkirin DYAya ku îdia wê ew e ku demokrasiyê bîne Sûriyê, piştgiriyê bide PYDyê.
Haco diyar kir ku wan di hevditîna xwe ya digel rêveberiya Washingtonê da rexne û hesasiyetên xwe îfade kirin û bal kişand ku PYD partnerekî ewle nîne û wiha xeberda:
"Em ji rayedarên DYAyî ra dibêjin ku heger hûn bi rastî jî terefdarê demokrasiyê bin, hûn nikarin piştevaniyê bidin grûbeke mîna PYDyê ku dîktatoriyê ava dike û azadiyan binpê dike. Li gorî me PYD li Sûriyê li dijî berjewendiyên DYAyê tevdigere. Ji ber ku bi rejima Esed ra ye. Bi Esed ra ya xwe kir yek û herêmên li bakur kontrol kirin. Rejima Esed û PYDyê karbeşî kirin û hemû mixalifan tasfiye dikin."
- "Fişara PYDê gel neçarî koçê dike"
Siyasetmedarê kurdê sûrî anî ziman ku li deverên di bin kontrola PYDê da, kesên ku rexnê li PKKeya rêxistina terorê û serkirdeyên wê digirin tehdayê dibînin, mixalif têne zîndankirin û di zîndanan da rûbirûyê êşkencê dibin. Herwiha gelek ji mixalifan têne kuştin xort û zarokan bi zorê dikin çekdar, di encama fişarê da bi dehezaran kesî koç kir.
Haco destnîşan kir ku tu ferqa serweriya PYDê û dîktaya Esedî ji hev tune ye û kurdên sûrî dijî vê yekê ne û wiha pê da çû: "Ji ber polîtîkaya PYDê nêviyê bêhtirê kurdan û nêzîka 80 ji sedî yê xortan neçar man ji herêmê koç kirin. Ji ber vê yekê PYD hêza xwe ya çekdar ji Tirkiyê û Iraqê kom dike."