Nûnera Tirkiyeyê ya Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Carol Batchelorê destnîşan kir ku li Sûriyeyê koçberiyeke heta niha ku nehatiye dîtin çêbûye û wiha got: "Ger ku heta dawiya salê çareseriyek neyê dîtin ji sedî 75 nifûsa Sûriyeyê dê mihtacî alikariyê bibin. Heta niha rewşeke wiha nehatiye dîtin."
Batchelorê got ji sedî 76 kesên ku ji Sûriyeyê revîne jin û zarok in û wiha dewam kir: "Sîvîlên ku tekiliya wan bi şer re tuneye ji Sûriyeyê direvin. Ji ber vê yekê em bi bîr dixin ku ev rewş mijareke hiqûqa navnetewî ye û ji bo ku deriyê xwe ji van re vekin em bangî hemû dewletên dinyayê dikin. Kesekî ku derbasî welatekî din dibe, dibe ku wîzeya wî welatî tunebe. Ger ku hûn ji şerekî birevin dibe ku wextê we tunebe ku hûn pasaport an jî belgeyan amade bikin. Gelek Sûriyeyî bi şev, bi çentekî piçûk û kincên ser xwe ve ji welatê xwe direvin. Ji sedî 50yê van zarok in. Divê ku welatên din van mirovan biparêzin. Hin Sûriyeyî jî dê biçin cem ferdên malbata xwe yên ku li welatên din dijîn. Em jî bangî welatan dikin û dibêjin ji van kesên ku tên welatên we re astengiyê dernexin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Ew Sûriyeyiyên ku li ber deriye we hêsîr mane li wan bibin xweyî."
Batchelorê got çend roj ewil 6emîn Plana Midaxaleya Herêmî ya Sûriyeyê hat daxuyandin. Di planê de ew 6 milyon û nîv dolarê ku NYê xwestiye, heta niha cara ewil e ku ji bo penaberan hat xwestin.